Kurdiyat - Yıl/Sal/Year: 2021 Sayı/Hejmarê/Issue: 3 11 Cureya Nivîsarê/Makale Türü/Artcle Types: Nivîsara Lêkolînê/Araştrma Makalesi/Research Artcle Dema Hatnê/Makale Geliş Tarihi/Received: 02.06.2021 Dema Pejirandinê/Kabul Tarihi/Accepted/: 12.06.2021 Ömer Delikaya. MEB, Xwendekarê Doktorayê, Ziman û Edebiyata Kurdî, Zanîngeha Bîngolê, omerdelikayaa@gmail.com. Orcid: 0000-0001-6505-5107 M. Zahir Ertekin. Doç. Dr., Zanîngeha Bîngolê, Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, zahirertekin@ hotmail.com Orcid: 0000-0003-3519-9892 Kurdiyat Yıl/Sal/Year: 2021 Sayı/Hejmar/Issue: 3 e-ISSN 2717-8315 Rûpel/Sayfa Page: 11-25 Atf/Citaton: Delikaya Ö, Ertekin, M. Z. (2021). “Li Geliyê Çatê Tav Diziriqî: Topogeny û Nexşeya Devkî di Kilama Elî Xarza de”, Kurdiyat, 3, 11-25. “LI GELIYÊ ÇATÊ TAV DIZIRIQΔ: TOPOGENY Û NEXŞEYA DEVKÎ DI KILAMA ELÎ XARZA DE Ömer DELİKAYA - M. Zahir ERTEKİN Kurte Navê cihan, bi wateyên xwe yên sosyo-çandî û sem- bolîk ve, bi fonksiyona xwe ya bîranîna raborî û veguhas- tna çanda devkî ve parçeyekî bi qîmet ê mîrasa çandî ne. Nav tenê bi taybetmendiyên xwe yên dewlemend ên bi- bîrxistnê ve di jiyana rojane de ji bo merivan bi rola xwe ya civakî ranabin, herwiha ew di dewamdariya nasname- ya çandî de jî roleke giring digêrin. Têgeha ‘topogeny’yê ku ji aliyê James Fox ve hatiye dariştin, ji bo wan cure vegêranan tê bikaranîn ku bi rengekî seredorî navê cihan tê de rêz dibin û vegêranên wihareng di hin kilamên kurdî de jî tên dîtin. Ev vegêranên topojenîk ku di çanda devkî ya kurdî de tên dîtin, zanînên çandî û dîrokî destedewrî nifşên nû dikin û wan li ser erdê dineqişînin. Di vê çarçoveyê de, ev xebat ku cextê dibe ser vegêranên dîrokî û topojenîk ên ku bi rêya navan li ser erdê tên kodkirin û wekî nimûne kilama dirêj a bi navê “Elî Xarza” dinirxîne. Ev kilam li ser qewimîneke dawiya sed- sala 19an hatye gotn ku tê de Hemze Beg (xal) lê dixe- bite Elî (xwarzî) ji destê eskeran xelas bike ku wê demê mehkûm/girt bûye. Rev û rêwitya di kilamê de ya ku ji Makûyê heta Erziromê bi awayekî seredorî tê vegêran- din û strandina navê gund, bajar, çem û zozanan pêk tê, nimûneyeke wê diyardeyê pêk tne ku Fox wekî “topogen- y”yê bi nav kiriye. Peyvên Serekî: Topogeny, Toponîm, Navê Cihan, Den- gbêj, Kilam, Kurdî, Nexşeyên Devkî * * Ev nivîsar xwe dispêre beşeke teza doktorayê ya Ömer Delikaya ku wekî “Venavandina Cihûwaran li Komara Tirkiyeyê: Mînaka Agiriyê” hatye amadekirin.